Anasayfa , GKSF , Di 40.salvegara şoreşgerê nemir ya Yilmaz Guney de; Bi Hunerê Hêvîyê, Bi Berxwedanê Serkeftinê Biafirîne!

Di 40.salvegara şoreşgerê nemir ya Yilmaz Guney de; Bi Hunerê Hêvîyê, Bi Berxwedanê Serkeftinê Biafirîne!

Li ser navê Ciwanên Demokratîk ên Nû (YDG) em 32.Mîhrîcana Ciwanan a Çand û Hunerê di 40. salvegera wefata hostayê mezin ê hunera şoreşgerî Yilmaz Guney de li dar dixin. Di vê pêvajoyê da êrîş û zextên li ser hunera şoreşgerî zêde ne, li hemberî hemû hunermendên şorêşger yên ku li cem bindestan û gel disekinin êrîşeke berfireh ya bêîtîbar kirinê hatiye destpêkirin.Di serî de ev 2 sal in em dibin şahidê êrîşên faşîstan yên li ser Yilmaz Guney tên meşandin.Em ê li hemberî van êrîşan bêdeng nemînin û bêbersiv nehêlin.Festîvala me ev 32 sal in piştgirî da hemû hunermendên şoreşger û yên ku li cem gel sekinîne.Bi vê re girêdayî em 32.Mîhrîcana çand û hunerê a ciwanan ku îsal pêk tînin dîyarî Yılmaz Guney dikin.

Wî di nava şert û mercên zor û zehmet de sînemayê naskir.Ji ber gotareke ku di xortaniya xwe de nivîsan di bû hate girtin. Piştî ku hat berdan ji alîyê dewletê ve kete binçav kirin û şopandinê û di bin van zextên dewletê de jiyana xwe domand. Yilmaz Guney ji aliyekî ve li Yeşîlçamê ji bo afirandina sînemayeke alternatîf a pêşverû û şoreşger têdikoşiya, li aliyê din jî bi awayekî vekirî li dijî faşîzmê têkoşiya û hunera şoreşgerî bi jîyana xwere xist yekpare,Lewra Yilmaz Guney hunera xwe ji bindestî,ji sîyasetê û mêtîngarîya pergalê serbixwe ne didît û cihê nedigirt.Ew bi bingehekî çînî nêzîkî hunera xwe dibû.

Di vê qonaxê de îro di encama polîtîkayên mîlîtarîst ên pergala emperyalîst de siyaseta şer û çekdarkirinê bi hemû leza xwe didome. Di encama polîtîkayên heyî yên pergalê de li hemû erdnîgariyên cîhanê bêkarî zêde dibe,xizanî û koçberbûna girseyî jî pêşdikevê.

Xwezaya ku ji bo berjewendiya serdestan tê wêrankirin û hevsengiya ekolojîk a xerabûyî,mirovahîyê bi xeteraya birçîbûnêre rû bi rû hiştiye.Şerê Rûsya û Ûkraynayê ku ev zêdeyî 2 sal in dewam dike,qirkirina Filistînîyan ji aliyê dewleta siyonîst a Îsraîl ve tê meşandin,êrîşa dewleta Tirk a faşîst a li dijî Rojava ên bênavber û bi van geşadanên li cihanê vê hevpar xeterî û rîska şerê cihanê ya 3.her roj diçê zêde dibê.Her wiha êrîş û zextên tevgerên nîjadperest-faşîst ên li welatên Ewropayê roj bi roj zêde û bi hêz dibin.Lê belê dejenere(bêesil) kirina çandî ya pergala kapîtalîst a li ser me dibe sedem ku ciwan ji nirx û nasnameya xwe dûr bikevin û biyanîbûne ke kûr derdixê holê.Jîyaneke takekesî li me ferz dikê û teşwîqî vê jîyanê dikê.ev polîtîka û nêzîkatîyên pergalê weke ku yekîtî û piştirîya civakê perçe û qels dikê û jî xencî vê yekê dihêlin ciwan tenêbûnê hîs bikin û dixwazin ciwanên ji civakê îzolekirî bi afirînin.

Di bin ronahiya van rastiyan de erk û peywira me heye ku em vê kevneşopiya têkoşînê ya ku hunermendê nemir Yilmaz Guney li dijî êrîş û îstîsmara vê pergala barbar a ku ji me re wek mîrasekê hiştiye, di enîya huner û çandê de berfirehtir bikin û pêş bixin.

“Carinan metneke du rêzî ku heqîqetê îfade dikê, ramanek; carinan qêrîna straneke gelêrî ku di dilê girseyan de dengekî dibîne; Carinan mızraba ku li têlên sazê dixe,gelek caran ji bombeya atomê bi hêztir e! Divê em saza xwe pir baş lêbixin!”

Di vê wateyê de girîngiya festîvala me ya çand û hunerê di vê pêvajoya heyî de hîn zêdetir bûye.

23. Festîvala Çand û Hunerê ya ku em ê di şexsê Yilmaz Guney de li hemberî hemû êrîşên paşverû yên emperyalîst, bi hişmendiya erk û berpirsyariya ku rastiya objektîf a heyî li ser me bar dikê,em dixwazin hunera şoreşgerî xurtir bikin; Em bang li hemû ciwanên şoreşger, demokrat, welatparêz, antî faşîst, antî emperyalîst ên herêmî û ên koçber dikin ku tevlî vê festîvala me bibin û hêzê bidin me.

Festîvala me wê di 9’ê Mijdara 2024’an de li bajarê Frankfurtê pêk were. Divê em bibînin ku her berhem û xebata şoreşgerî û pêşverû ya ku di 32.Mîhrîcana me ya çand û hunerê a ciwanan a YDG’ê de werê afirandin, amûr û destkeftîyên têkoşîna a li dijî faşîzm, emperyalîzm û her cure paşverûtîyê ye.

40.salvegera Şoreşgerê nemir Yılmaz Guney de: Bi hunerê hêviyê, bi berxwedanê serketinê bi afirîne!” Werin em di 32. Mîhrîcana çand û hunerê a ciwanan a YDG’de bi vê dirûşmê em bigihijîn hev.

Divê em saza xwe pir baş lêbixin!

YDG – Ciwanên Demokratîk ên Nû